HDP’Î BI GIRSEYÎ BER BI MALA GUVEN VE MEŞIYAN

Çalakiyên destekdayîn û piştgiriya bi Leyla Guven ku ev 86 roj in di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye her roj zêde dibin.

Parlemeneterên HDP’ê jî di nav de gelek welatî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, çûn ber mala Guven.

Her wiha Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got:

Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan destpêkirî , di roja 86’an de ye.

Rewşa Guven a tendirustî li ber çavên hemû cîhanê û bêdengiya aliyên peywendîdar gihiştiye asteke metirsîdar .

Bi armanca piştgiriya bi çalakiya Guven re çalakî û bertek zêde dibin.

Parlemeneterên HDP’ê jî di nav de gelek welatî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven, çûn ber mala Guven.

Piştî girse hat ber mala Guven silogana “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.

Piştî silogan hatin berzkirin polîsan bi ava şid mudaxileyî girseyê kirin.

HATÎMOGÛLLARI: DIVÊ EM BI HEV RE HEWL BIDIN KU LEYLA GUVEN BIJÎ

Her wiha Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî , bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêber Ocalan.

Hatîmogûllari, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûqa navdewletî û hiqûqa hundirîn a Tirkiyeyê ye û got ku bi vê tecrîdê tenê ne Ocalan hemû gelê kurd tê tecrîdkirin.

Hatîmogûllari, diyar kir ku daxwaza Guvenê û girtiyan di Qanûna Bingehîn de cih digirin û got:

” Divê ev hikûmet li hiqûqa vê dewletê binere. Mecbûr e guh bide dengê kesên bedena xwe dane ber mirinê.”

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari di dawiyê de bang li hemû rêxistinên civaka demokratîk kir û got:

“Divê em bi hev re hewl bidin ku Leyla Guven bijî.”

Leave a Reply

Back to top button