EL-MERSED: DI ÇILEYÊ DE 900 KESAN JIYANÊN XWE JI DEST DAN

Li Sûrî ev 8 salin şer bê navber didome.

Qaşo tevî hemû hewildanên çareseriyê û biryarên Konseya Ewlekariyê lê bîlançoya şer her girantir dibe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bîlançoya şerê meha Çileyê eşkere kir.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku di meha Çileyê de bi giştî 891 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji van 188 jê sivîl in.

Her wiha 96 ji hêzên rêjîmê û alîgirên wê jî hatin kuştin.

Hejmara kuştiyên çeteyan jî gihaşte 189’an.

Di meha borî de 4 endamên koalisyona navdewletî jî jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan dest nîşan kir ku di şerê meha borî de 13 kuştiyên nasnameyên wan nediyar jî hene.

Leave a Reply

Back to top button