BERXWEDANA LEYLA GUVEN KET ROJA 87’AN

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan ku dest pê kiriye, di roja 87’an de ye.

Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek ji bo mîtînga li Stenbolê ku bi armanca piştgiriya bi çalakiyên grevê wê were lidarxistin bang li her kesî kir û got: “Em bibin lehî û biherikin Bakir-koyê.”

Hevseroka KCD û Parlamentera HDP Leyla Guven ji 8’ê Mijdarê ve çalakiya xwe ya bê dem û bê dorveger ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dayî despêkirin di domîne.

Çalakiya Guven di roja 87’an de ye.

Tevî ku Guven di aliyê tenduristiyê de zehmetiyan dikişîne û rewşa wê her ku diçe xerabtir dibe, lê di domandina çalakiya xwe de bi biryar e.

Ev çalakiya Guven û berxwedana ku di zindanê dest pê kir, li zindanan sînordar nema.

Her wiha li Girtîgehan jî 283 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

ÇÎÇEK: EM BIBIN LEHÎ Û BIHERIKIN BAKIRKOYÊ

Li aliyê din destekdayîn û piştgiriya bi çalakiyên grevê re her ku diçe xurtir dibe.

Wê HDP’a Stenbolê di 3’yê Sibatê saet di 13:00’an de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê, ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, mîtîngekê li dar bixe.

Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek, destnîşan kir ku ev mîtîngeke dîrokî û girîng e û got:

“Ev di heman demê de ji bo me tê wateya rêxistinbûyîna civakiyî ya li dijî polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê.”

Cengîz Çîçek ji bo mîtîngê bang li herkesî kir û got:

“Wê rojê wê Qada Azadiyê ya Bakirkoyê gol be û wê 39 navçeyên li dora wê jî çem bin.

Ew çem mecbûr e biherike wê golê, ew gol mecbûr e mezin bibe, ew gol mecbûr e di di ser re bavêje.”

Leave a Reply

Back to top button