EBÛD SÊTF: EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE HEWL DIDIN SIVÎLAN BIPARÊZIN

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de rojane sivîlan ji tarîtiya û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Esed Ebûd Stêf têkildarî rizgarkirina sivîlan û parastina wan de axivî û got.

Dema em sivîlan rizgar dikin em bi hemû hêza xwe hewl didin wan biparêzin û zerar negihîje sivîlan.

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn li Dêrazorê de didome.

Tenê 5 kîlometreçargoşe li gundê Baxoza Jorîn di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de maye û piştî ev herêm were rizgarkirin, êdî hebûna DAIŞ`ê li rojhilatê Firatê tune dibe.

Çeteyên DAIŞ`ê ji bo rêgirtina li pêşiya pêşdeçûyînên şervanan, sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin.

Her wiha şênî bi rêya korîdorên mirovî ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji bo rizgarkirina sivîlan hatine vekirin, têne rizgarkirin û li herêmên ewle têne bicihkirin.

Di vê çarçoveyê de, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Esed Ebûd Stêf ji ajansa Hawarê re axivî.

Ebûd Stêf ku bi erka rizgarkirina sivîlan radibe got:

“Em di demên cuda de diçin xetên pêş ên di navabera şervan û çeteyên DAIŞ`ê de.

Bi rêya korîdorên ewle em sivîlên li wir digihînin herêmên rizgarkirî.”

Stêf der barê mayînên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine çandin de, ev tişt anî ziman:

“Çeteyan mayin bi awayekî zêde li her derê çandine û bi taybet li ser rêyên ku sivîl bi kar tînin.

Li wan herêman bi dehan sivîl bûne qurbaniyên vê yekê.”

Esed Ebûd Stêf got:

Ew wek şervanên QSD`ê birîndaran dibin nuqteyên tenduristiyê da ku wan derman bikin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Esed Ebûd Stêf di dawiya axaftina diyar kir ku rewşa sivîlên ku li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de pir xerabe û bi sedan malbat û hejmareke mezin ji zarokan li wê derê hene.

Leave a Reply

Back to top button