MOGHERINI: EM Ê MEHA ADARÊ TÊKILDARÎ PÊŞEROJA SÛRIYÊ CIVÎNEKÊ LI DAR BIXIN

Komîsera Yekîtiya Ewrûpayê ya Ewlekarî û siyaseta Derve Federica Mogherini ragihand ku yekîtiya Ewrûpayê wê di Adarê de li ser Sûriyê civînekê li dar bixin.

Federica Mogherini di civîna Wezîrên Karên Derve yên dewletên Yekîtiya Ewrûpayê de axivî.

Mogherini wiha got:

Em ê navbera 12 û 14’ê Adarê têkildarî paşeroja Sûrî û herêmê, kongreya sêyemîn a Brukeslê li dar bixin.

Komîsera Yekîtiya Ewrûpayê diyar kir ku wê mijara Sûriyê bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Geer Pedresen re nîqaş kiriye û wiha domand:

Me xwest di vê kongreyê de li ser asta alîkariya Mirovî, piştgiriya veguherîna siyasî li Sûriyê û rola Neteweyên Yekbûyî nîqaş bikin.

Leave a Reply

Back to top button