EL-EWSET: OPERASYONEKE LEŞKERÎ YA BI SÎNOR LI IDLIBÊ DEST PÊ DIKE

Rojnameya Şerq El-Ewset li ser van danûstandinan dosyayek belav kir û diyar kir ku li ser operasyoneke leşkerî ya sînordar li Idlibê lihev kirine.

Rojnameya Şerq El-Ewset li ser van danûstandinan dosyayek belav kir.

Rojnameyê bi manşêta “Bêdengiyek têkildarî danûstandinên Rûsya-Tirkiye ya li ser Idlibê heye û ihtîmala destpêkirina operasyoneke leşkerî ya sînordar di rojevê de ye” analîza heyî weşand.

Li gorî rojnameyê:

Heta niha têkildarî danûstandinên Rûsya û Tirkiye ya li paş deriyên girtî ti daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

Lê çavkaniyên Rûsî ji me re diyar kirin ku Moskowa bi aliyê Tirkiyê re li ser avakirina zemînekê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya sînordar dixebitin.

Hemû hewildanên berê gihandin rêyeke girtî.

Hemwextî wê tê gotin Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê di danûstandinên veşartî yên vê dawiyê teqez kiribû ku êdî operasyoneke hevbeş a bi Tirkiyê re li Idlibê dest pê bike.

Dibe ku danûstandinên dawiyê jî ji bo nîqaşkirina hûrgiliyên operasyonê be.

Leave a Reply

Back to top button