DR. FEHRETIN GULŞEN: HER KÊLÎ REWŞA TENDURISTIYA ÇALAKGERAN GIRAN DIBE

Gereva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li Strasbourgê yê Fransayê derbasî roja 49’an bû.

Dr. Fahrettîn Gulşen ku rojane tenduristiya çalakgeran kontrol dike li ser rewşa Yuksel Koç û hevalên wî agahî dan.

Gulşen got:

Ji roja 46’an û pê ve pirsgirêkên dil û sîstema hezmkirinê li bedena Koç hatin tesbîtkirin.

Duh jî êşa zik a giran, êşa dil, gêjbûn û pirsgirêkên konsantrasyonê pê re çêbûn.

Bedena Koç de xwîn bi têrkerî paqij nabe, ji lewre bêhal dibe, serî lê diêşe û êşên cuda pê re çêdibin.

Nikare mirovên tên serlêdanê pêşwazî bike.

Tenê çend kes ji malbatê di demek kurt de dikarin bê serdana Koç bikin.

Dr. Fehretin anî ziman, tevî herî kêlî tenduristiya çalakgeran giran dibe, lê dîsa moralên wan xurt e.

Pirsgirêkên oksîtbûna kezebê jî bandor li organan hemuyan kirine.

Leave a Reply

Back to top button