KONFERANS CIWANÊN ROJHILATA NAVÎN DI ROJA XWE YA DUYEM DE DIDOME

2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de didome.

Îro di konferansê de wê mijara aloziya Sûriyê û pirsgirêkên ku di bin bandora sîstema modernîteya kapîtalîst de ne werin nîqaşkirin.

Her wiha wê mijara Jin û zayendperestiya di nava civakê de, olperestî, û neteweperestî jî werin nîqaşkirin.

Kesên beşdarî konferansê bûne nêrînên xwe li ser rewşa ciwanan û civakê li Rojhilata Navîn vegotin.

Beşdaran diyar kir ku çareserkirina doza jinan alîkariyê dide avakirina civakeke demokratîk û azad.

Konferans bi nîqaşan didome.

Leave a Reply

Back to top button