RÊVEBEREKÎ IRAQÎ: DAIŞ’Î Û MALBATÊN WAN ÊN LI GEL QSD’Ê GIRTÎBÛN, DERBASÎ IRAQÊ BÛN

Rayedarek Iraqî îdîa kir ku wan di encama peymanekê de bi dehan DAIŞ’î û malbatên wan ên ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatine girtin, derbasî welatê xwe kirine.

Qeymeqamê Qezaya El Qaim Ehmed El Mehlawî têkildarî mijarê ji Ajansa Reutersê re axivî.

El Mehlawî îdîa kir ku di çarçoveya teslîmgirtina DAIŞ’yên li Rojhilatê Sûrî hatine girtin wan li gel hêzên QSD’ê danûstandin kirine û wiha got:

Hejmara ji DAIŞ’î û malbatên wan ên ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatine girtin li 10 wesayîtan hatin surakirin..

Ev kes di bin tedbîrên ewlekariyê yên mezin de radestî artêşa Iraqê hatin kirin..

Rayedarê Iraqî ragihand ku piraniya kesên hatine radestkirin welatiyên Iraqê ne..

Ji roja destpêkirina şerê li dijî DAIŞ’ê bi hezaran çete ku hejmareke zêde ji wan biyanî ne, ji aliyê şervanên QSD’ê û YPG’ê ve bisaxî hatin girtin..

Tevaî hemû bangan jî bi taybet welatên Ewrûpayê xwe nadin ber wê yekî ku welatiyên xwe ên DAIŞ’ê li cem xwe dadgeh bikin..

Leave a Reply

Back to top button