DERBASBÛNA TIRKIYÊ DI YEKÎTIYA EWROPAYÊ DE HAT PAŞXISTIN

Yekîtiya Ewropayê biriyara beşdarbûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de paş xist.

Li ser vê yekê Tirkiye hêrsbûna xwe nîşan da.

Di dengdaneke ku komîteya karê derve ya parlamentoya Ewropayê de hat diyarkirin ku derbasbûna Tirkiyê di yekîtiya Ewropayê de were paşxistin.

Berdevkê wezareta karê derve ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê ji Rojnameya Franspress ev yek qebûl nekir û got:

Em li bendê ne ku sererastkirinek pêwîst di vê biryarê de were kirin.

Her wiha li hêviyê ne ku biryara dawî rasbîntir û bê-alî be.

Komîteyê ji bo biryara paşxistinê roja Çarşemê diyar kiribû û komseriya Ewropî û dewletên Yekîtiya Ewropayê ji bo vê yekê vexwendibûn .

Her wiha hat diyarkirin ku Tirkiye mafên mirovan û azadiya sivîlan binpê dike ; her wiha bandorê li ser dadgehê dike.

Leave a Reply

Back to top button