Partiyên Kurdan îro hatin ba hev û aloziya li Sûriyê û yekîtiya neteweyî nîqaş kirin.
Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.
https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/partiyen-kurdan-aloziya-li-suriyeye-u-yekitiya-neteweyi-niqas-kir-109503
Partiyên Kurdan îro civîneke awarte li bajarê Qamişlo li dar xistin û der barê vê civînê de daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Hêz û partiyên Kurdan civînek awarte li dar xistin.
Beşdaran dozên siyasî li ser asta Sûriyeyê bi giştî û herêmên Kurdan bi taybet nîqaş kirin.
Di civînê de helwestên hêzên têkildarî aloziya Sûriyê û pirsgirêkên ku li pêşiya çareseriya aştiyane dibe asteng, hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin hêzên niştimanî û demokratîk ên Sûriyê di nav de, hêzên Kurdan jî ji bo çareserkirinê di nava xebatê de ne.
Beşdaran her wiha li ser tinekirina DAIŞ’ê li bajaroka Baxozê û xebatên piştî tinekirina DAIŞ’ê nîqaşkirin, her wiha rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG û YPJ’ê û Koalîsyona Navdewletî silav kirin.
Beşdaran diyar kirin ku pêwîst e rêjîma Sûriyeyê daxwazên gelê Sûriyê bi cih bîne, bi taybet daxwazên nenavendîbûyînê, avakirina dewleteke demokratîk, niştimanî û destûrek ku mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyên dîtir biparêze.
Beşdaran bang li civaka navdewletî kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser sûcên wê yên li dijî gelê Efrînê darezîne.
Hêzên ku daxuyanî dane ev in:
-Hevbendiya Niştimanî a Kurd li Sûriyeyê
-Tevgera Civaka Demokratîk
-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
-Partiya Kesk a Kurdistanê
-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
-Partiya Guhertin a Kurdistanê
-Partiya Yekîtiya Karkarên Kurdistanê
-Partiya Lîberal a Kurdistanê
-Partiya Nûjen a Kurdistanê
-Partiya Demokratîk a Kurdistanê (El-Partî)
-Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê
-Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê”