MECLISA KAMPA SERDEMÊ ALÎKARÎ LI ŞÊNIYÊN KAMPÊ BELAV KIR

Komîn û meclisên li kantona Şehbayê bê westandin alîkariya şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê neçar mane ji warê xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bibin dikin.

Meclisa Kampa Serdemê 500 pakêtên xwarinê û 500 turbeyên birinc li 3 komînên li kampê belav kirin da ku li şêniyan werin belavkirin.

Endamê Komîteya Karûbarên Civakî ya kampa Nîdal Îbrahîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo şêniyên Efrînê yên neçarî ji warê xwe derketina kamp vekirin û bi derfetên di destê de av û kehrbe ji wan re dabîn kir.

Îbrahîm her wiha got:

“Wekî Komîteya Karûbarên Civakî ya Kampa Serdemê her meh em alîkariyê li şêniyên kampê belav dikin.

Îro me 500 pakêtên xwarinê û 500 turbe birinc belav kirin.

Xwari ji beqle, nok, savar û konserwayê pêk dihat.”

Leave a Reply

Back to top button