KONGREYA STAR RÊZEÇALAKIYÊN XWE DEWAM DIKE

Kongreya Star ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakiyên xwe didomîne.
Di vê çarçoveyê de li Dêrikê civînek hat li darxistin.
Her wiha li Serkaniyê, Zirganê û Amûdê semînerên cuda hatin dayîn.

Kongreya Star di çaroçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de li navenda Şehîd Bawer a ciwanan a li bajarê Dêrikê civînek lidar xist.

Di civînê de Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediya Şemo axivî.

Hediya Şemo destnşan kir ku Roja Jinan a Cîhanî berhema têkoşîn û berxwedana jinan li dijî sîstem û zihniyeta desthilatdar e.

Civîn bi siloganên silavkirina berxwedana jinan bidawî bû.

Bi heman armancê Kongreya Star li navçeya Zirgan û Serêkaniyê du semîner lidar xistin.

Di semîneran de wiha hate gotin,

Jin di birêvebirina civakê de xwedî rolek aktîf û girîng in.

Her wiha sinivizyonek der barê girîngiya Roja Jinan a Cîhanî û berxwedana jinan de hat pêşandan.

Semîner bi sloganan bi dawî bû.

Jinên endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên Kobanê jî daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li goristana Şehîd Dicle hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,

Bi fikir û felsefeya Rebêr Ocalan jin bû pêşenga mirovahiyê û netewên bin dest.

Li Amûdê bi heman armancê semînerek hat dayîn.

Di semînerê de endama Rêveberiya Kongreya Star Nêrgiz Dêrik axivî û 8`ê Adarê li tevahiya jinan pêroz kir.

Semîner bi silogana “Jin jiyana azadî” bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button