Kongreya Star ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi nêzîkbûna rojê re rêzeçalakiyan li dar dixe.
Di vê çarçoveyê de şandeyek ji ji Kongreya Star serdana navendên YPJ/YPG`ê û hêzên Asayîşê kir.
Li Kobanê jî panêlek hat lidarxistin.
Her weha navenda meclisa gundê Til El-Yasitî hat vekirin.
Rêzeçalakiyên Kongreya Star ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de şandeyek ji Kongreya Star serdana navendên YPJ/YPG`ê û hêzên Asayîşê yên li gundê Eyn Dîwer kir.
Di serdanê de ji fermandarên YPJ`ê Têkoşîn Bêrîtan axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîrozkir.
Di serdana navenda hêzên Asayîşê de, ji rêveberên Kongreya Star Zilfa Mihemed axivî û got,
Jinan bi saya felsefeya Rêber Ocalan xwe ji qeydên ku ji aliyê civakê li ser tên ferzkirin, rizgar kir.
Serdan bi silogan û tilîliyên dayikan bi dawî bû.
Endamên Kongreya Star a herêma Serêkaniyê jî serdana navenda YPJ`ê û hêzên Ewlekariya Hundrîn (Jin) kir.
Şandeyê wêneyên Rêber Ocalan diyarî şervanên YPJ`ê kirin.
Serdan bi siloganên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.
Li Kobanê bi heman armancê panêlek li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat lidarxsitin.
Di panêlê de li ser navê PYD, Partiya Çep, PDKS û Partiya Sûriya Pêşerojê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn dîrok û girîngiya 8’ê Adarê vegotin.
Piştî axaftinan sînefizyon û şano hatin pêşkeşkirin.
Her wiha Rêveberiya Sivîl a Minbicê navenda meclisa gundê Til El-Yasitî vekir.
Û bi boneya 8`ê Adarê şêniyan şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de li ser navê Meclisa Xeta El-Hey, Yekitiya Werzîşê li bajarê Minbic û gundewarên wê, Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn teqez kirin ku Roja Jinan a Cîhanî ji gelên bindest re bûye roja vejînê.
Piştî axaftinan koma Şehîd Botan Tirkmen dîlanên gelêrî pêşkêş kirin.