KONGRA STAR 8’Ê ADARÊ LI JINÊN CÎHANÊ PÎROZ KIR

Tevgera Kongra Star û Yekîneyên Parastinê yên Jin YPJ’ê û Meclisa Jinên Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyên cuda dan û gotin;
Em ê bi serkeftinên YPJ û YJŞ’ê li dijî taritî û faşîzma DAIŞ’ê, 8’ê Adara 2019’an pêşwazî bikin û bi rihê Leylayan Rêber Apo azad bikin.

Tevgera Kongra Star bi boneya 8’ê Adarê roja jinên Cîhanî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Tevgera Kongra Star di daxuyaniya xwe de got;

Wekî roj û heyvê diyar e ku kes û civaka rast tê wateya dîroka û jiyana rast.

Lewre dîrok di navbera têkoşîna mirovên baş û mirovên xerab de tê nivîsandin.

8’ê Adarê heqîqeta jinên azad e.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola jinan a di têkbirina DAIŞ’ê de û wiha dibêje;

Hêzên hegemonîk û DAIŞ’ê bi îdeolojiya baviksalar û zayendperest êrîşî jin û gelan kirin.

Ji ber ku sedsala 21’an sedsala azadiya jin û civakê bû, lewre desthilatdariyê bi awayekî vekirî êrîşî jin û gelan kir.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku têkoşîna sedsalê bi destê jina kurd tê kirin û minaka wê jî Leyla Guven e û wiha bi dawî kir;

Çalakiya Leyla Guven heqîqeta “Heya rêber Apo û Kurdistan azad nebin, tu kes azad nabe” nîşan da.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÎ

Meclisa Jinên Sûriyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî her wih daxuyaniyek da.

Meclisa Jinên Sûriyê 8’ê Adarê li hemû jinên têkoşer, bi taybet jinên Sûriyê ku afrînerên jiyanê pîroz kirin û hêvî kir ku ev roj bibe roja avakirina aştiyê û bidawîbûna şidetê.

YPJ: EM BI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ 8’Ê ADARÊ PÎROZ DIKIN

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got;

Di vê demê de kêlî bi kêlî têkoşîn û berxwedana jinan mezin dibe.

Em bi giyanê têkoşîn û berxwedana jina Kurd 8 Adarê pîroz dikin.

Têkoşîna jinan di roja îro de bi giyaneke hevgirtî, bersivê dide pergala mêtînger.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû jinan kir ku bibin xwedî hişmendiya xweparastinê.

Leave a Reply

Back to top button