Şandeya jinên Spanî ku duh gihiştibû Rojava, îro serdana Kongreya Star û Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo kir.
Şaniya jinên Spanyayê ku ji nûnerên 6 tevgerên jinan ên Spanî pêk dihat bi armacna şopandina rewşa jin li herêmê û tevlêbûna pîrozbahiya 8’ê adarê duh derbasî Rojava bû.
Şande îro serdana avahiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo kir.
Di hevdîtinê de, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd, bal kişand ser armanca damezirandina Kongreya Star û astengiyên ku li pêşiyan wan derketine û xebatên komîteyên kongrê.
Her wiha Evîn Siwêd sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji endamên şandeyê re şîrove kir.
Endamên şandeyê anîn ziman ku ew bi tecrûbeya jinan matmayî ne û gotin hevgirtina hemû jinan, Kurd, Ereb û Suryan ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye.
Şandeya jinên Spanyayê paşê çûn serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan jî û tevî malbatên şehîdan gul danîn ser gorên şehîdan.
Serdana şandeyê dê heta 16’ê vê mehê dewam bike.