LI TIRKIYÊ DARBEYA LI SER DARBEYÊ ZÊDETIRÎ NÎV MILYON KES HATINE CEZAKIRIN

Wezareta Edaletê ya Tirkiye eşkere kir ku heya niha hejmara kesên ku di encma darbaya binketî ya sala 2016 de hatine cezakirin gihiştiye nîv milyon kesî.

Li gorî agahiyên Navenda Stûkhûlim a Azadiyan ku ji wezareta Edaletê ya Tirkiye girtî, têkildarî dabaya binketî 500 hezar û 650 kes hatine cezakirin.

Her wiha ji kesên hatine cezakirin zêdeyî 30 hezaran hatine girtin û zêdeyî 22 hezaran jî hatine binçavkirin.

Ji kesên hatin cezakirin jî zêdeyî 2 hezaran temenê wan kêmî 18 salî ye.

Tevî ku li Tirkiyê qedexeye ku jin tevî zarokên xwe bên girtin, tê zaînîn ku li zindanên dewleta tirk zêdeyî 700 zarok bi diyên xwe yên girtî re ne.

Li gorî agahiyên Navenda Stûkhûlim a Azadiyan gelek jinên girtî hene ku ducanî ne û binpêkirin dermirovî li dijî wan tên kirin.

Leave a Reply

Back to top button