BERXWEDANA LEYLA GUVEN DI ROJA 121’AN DE YE

Ev 121 roj in Leyla Guven bi îradeyeke xurt û berxwedaniyek mezin li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
Berxwedana girtiyên ku di 1’ê Adarê de ketin greva birçîbûnê jî dewam dike.
Her roja ku diçe destekdayîn û piştgiriya bi van çalakgeran re xurtir dibe.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan dest pê kiriye, di roja 121’emîn de ye.

Çalakiya koma girtiyên despêkê ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 83 roj in didome.

SEZAÎ TEMELLÎ WEKÎLÊN KU KETIN GREVÊ ZIYARET KIR

Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 8’an de dewam dike.

Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê ketin greva bêdem û bêdorveger.

Piştî vê komê îro koma duyemîn li dijî tecridkirina Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Piştî koma duyemîn dest bi grevê kir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelli, koma li Amedê ketine grevê ziyaret kir û piştgiriya xwe anî ziman.

SEROKÊ TÎP’Ê BAŞ: JI BO LEYLA DIVÊ EM BIKEVIN TEVGERÊ

Destekdayîna bi van çalakiyan re jî her ku diçe xurtir dibe.

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş ku duh serdana Guven kiribû çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan hatine destpêkirin nirxand.

Erkan Baş got:

“Em xwedî li dengê Leyla derkevin û ji bo em Leyla bidin jiyîn divê em bikevin tevgerê.”

“TECRÎD SÛC E, DIVÊ BI DAWÎ BIBE”

Nûnerên partî û saziyên li Edeneyê, ji bo daxwaza Leyla Guven û girtiyan pêk bê, xwestin dengê çalakiyê bê bilinbdkirin û tecrîd bi dawî bibe.

AYFER DUZDAŞ: EM BIBIN DENGÊ LEYLA DA KU BIJÎ

Her wiha Hunermend Ayfer Duzdaş, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bang li hunermen, akademîsyen, nivîskar û rewşenbîran kir û got:

“Em bibin dengê wê, em hêza xwe li hêza wê zêde bikin da Leyla bijî.”

 

Leave a Reply

Back to top button