Endamê rêveberiya YNK’ê Ednanî Heme Mîna diyar kir ku PDK’ê û YNK’ê li ser pêkanîna hikumetek baş û xizmetkar lihevkirine.
Di 4’ê Adarê de tevî nakokiyan jî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) bi hev re civiyan û li hev kirin.
Li ser vê yekê endamê rêveberiya YNK’ê û di heman demê de endamê şanda YNK’ê Ednanî Heme Mîna ji ajansa RojNews re axivî û got;
PDK’ê û YNK’ê li ser pêkanîna hikumetek baş û xizmetkar lihevkirine.
Her wiha di navbera parêzgehên herêma Kurdistanê de şêwazê ne-navendî hebe.
Ednanî diyar kir ku wan pirsgirêka walîtiya Kerkûkê jî di nav de hemû pirsgirêkên heyî guftugo kirine.
Endamê rêveberiya YNK’ê ev weke pêngava yekemîn û yasayî destnîşan kir û ev tişt anî ziman;
Wê di pêngava duyem de komîteya rêveber rûne û namzetên ji bo erkên wezaretan diyar bike.