Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên xaka Efrînê dagirkirine çalakiyên xwe didomînin.
Di çalakiyên 7’ê Adarê de leşkerek û 2 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî da;
Di çarçoveya çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û derdora wê bi cîh bûne tên lidar xistin de;
7’ê Adarê Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî benda kontrolê ya Tirindê a bi ser navenda Efrînê ye ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker lê cîh bûne, çalakiyek sabotajê lidar xistin.
Di encama çalakiyê de leşkerek û 2 çete hatin kuştin, 2 çeteyên koma Firqet El Hemzat birîndar bûn.
Her wiha beşeke mezin ya benda kontrolê hilweşiya.