DI ÇALAKIYÊN LI BAKUR DE BERXWEDANA GUVEN HAT SILAVKIRIN

Li Bakurê Kurdistanê jî jinan bi rihê berxwedana Leyla Guven 8’ê Adarê pîroz kirin.

AMED:

Îro li Bakurê Kurdistanê jinan 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî bi coş û kelecanek pîrozkirin.

Li Amedê li Qada 5’ê Hezîranê şahiyek pêk hat.

Di mîtîngê de peyama Leyla Guven ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat xwendin.

Guven di peyama xwe de wiha dibêje:

Ez berxwedana 8’ê Adarê ya hemû jinên cîhanê pîroz dikim.

Ez bi bawerim her roja nû 8’ê Adarê ber bi rojên azad ve bibe û mizgîniya azadiyê dide me.

Em jin dê daxwazên civakê di qadên 8’ê Adarê de bînin ziman.

WAN:

Dengê coşa 8’ê adarê ya li Amedê gihîşt Wanê û bi heman rihî hat pîrozkirin.

ŞIRNEX:

Li bajarê berxwedanê Şirnaxê jî bi rihê şehîdên berxerdanê pîrozbahiyek pêk hat.

MÛŞ:

Li Mûşê jî 8’ê Adarê hat pîrozkirin.

Di şahiyê de gelek kes axivîn û gotin:

Em dixwazin daxwazên Guven pêk bên.

Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.

BEDLÎS:

Ev der jî Bedlîs e.

Jinên li Bedlîsê daketin qadan û banga pêkanîna daxwazên Leyla Guven kirin.

AGIRÎ:

Jinan bi heman armancê şahiyek li Agirî li dar xistin.

Jinan bi silogana “Jin Jiyan Azadî’, Leyla Guven rumeta me ye , qada şahiyê hejandin.

ÎDIR:

Bi boneya rojê Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îdirê li avahiya HDP’ê hata Şaredariyê meşiyan.

Di meşê de namzetên hevşaredaran ên jin, jinên kurd, ezerî, tirk, terkmen û gelek jinên din amade bûn û sloganên berxwedan û têkoşînê berz krin.

EDENE:

Navnîşanek din a 8’ê Adarî Edane bû.

OSMANİYE:

Li Osmaniyê jî wek hemû bajarên din bi rihê berxerdana Leyla Guven hat pîrozkirin.

Leave a Reply

Back to top button