ALMANYA WELATIYÊN XWE JI BO NEÇIN TIRKIYÊ HIŞYAR KIR

Ji ber diktatoriya rejîma AKP’ê û Serokê wê Erdogan, li tirkiye qada azadiyê hatiye tengkirin.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji ber gefên Wezîrê Karê Hindirîn ê Tirkiyê Soylû, welatiyên xwe yên difikirin ji bo betlane biçin tirkiyê hişyar kir.
Wezaretê got, ji ber azadiya fikirî ya li tirkiyê dibe ku hun werin girtin û bi sûcên cuda werin tewambarkirin.

Rejîma AKP’ê ji bo pêşîgirtina li azadiya fikrî zextên xwe li ser civaka tirkiyê zêde dike.

Ji bo cîhan jî vê rastiyê ne bîne, mafên dezgehên çapemeniyê ji wan digre.

Herî dawî kartên çapemeniyê yên şefê buroya Stenbolê ya ZDF’ê Jorg Brase,

nûçegihanê rojnameya Tagesspiegelê Thomas Seibert

û rojnamevanê ji bo NDR dixebite Halîl Gulbeyaz, bêsedem ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve nehatibû dirêjkirin.

Ev hewldana Enqereyê ya ji bo pêşîlêgirtina karê rojnamevanên Alman ên li Tirkiyê, bû sedema nerazîbûna tund a rêveberiya Berlînê.

Lê belê rejîma Erdogan li şûna ku di vê mijarê de paşve gavê biavêje, Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû gef li welatiyên li Almanyayê xwaribûn ku dema ji bo betlaneyê werin Tirkiyê wê bên girtin.

Van gefên Soylû cihekî berfireh di çapemeniya Alman de girtibûn.

Wezareta Karên Derve ya Elman piştî her du bûyeran, li ser malpera xwe ya înternetê ya fermî ji bo welatiyên xwe yên plan dikin ku ji bo bêhnvedanê biçin Tirkiyê hişyariya xwe nû kir.

Wezaretê hişyariya xwe ya li ser ger û geştê tund kir û ji bo Almanan got,

“Ji bo li Tirkiyê neyên binçavkirin gelekî hay ji xwe hebin.”

Wezaretê ragihand ku dibe ku astengiyên nû derkevin pêşiya nûnerên civaka sivîl û medya Elman û diyar kir,

“Mijarên ku li gorî qanûnên Alman azadiya fikir û îfadeyê ne, li Tirkiyê dibe ku bibe sedema astengkirina pîşeyê we û cezakirina we.”

Wezareta Karên Derve da xuyaikrin ku kesên li ser medya civakî hikumeta Tirk rexne kiribin, dibe ku bên binçavkirin.

Li Tirkiyê herî kêm 5 welatiyên Alman ji ber sedemên siyasî ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl tên girtin.

Di nava welatiyên Alman de yên li Tirkiyê dîlgirtî ne hunermenda Kurd Hozan Canê jî heye.

Hozan Canê di dema hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji bo piştgiriyê bide HDP’ê çûbû Tiriyê, lê hatibû girtin.

Dadgeha Tirk 14’ê Mijdara 2018’an 6 sal û 3 meh ceza li Hozan Canê birîbû.

Leave a Reply

Back to top button