KIRÎNA S-400 NAKOKIYÊN HERDÛ WELATAN KÛR DIKE

Mijara kirîna fuzeyên S-400 bûye xala nakokiyê di navbera Emerîka û Tirkiyê de.
Têkildarî mijarê Serokomarê Tirkiyê Erdogan bersiv da Emerîka û got,
Kirîna fuzeyên navborî têkiliya xwe bi ewlehiya Emerîka re tine ye.

 

Roja Înê berdevkê Pentagonê Tişarliz Samirz Tirkiyê hişyar kir ku, eger S-400 bikire wê encamên xeter bi xwe re bîne .

Berdevkê Pentagonê diyar kiribû ku, wê ev encamên xeter li ser têkiliyên Emerîka û Tirkiyê bi giştî û têkiliyên leşkerî bi taybet be û wê çaxê Tirkiyê nikaribe balafirên F-35 û fuzeyên Patriyot bibîne.

Serokomarê Tirkiyê jî weke bersiva vê hişyariyê got, divê her kes zainbe ku ev mijar têkiliya xwe bi NATO’yê , Ewlehiya Emerîka û bernameya f-35 tine ye.

Mijar ne bi S-400 ve girêdayî ye, lê belê bi azadiya tevgera Tirkiyê û bi taybet li Sûriyê ve girêdayî ye.

Erdogan bêyî ku armanca xwe zelal bike got, her kes dizane em ji ber çi dixwazin van fuzeyan bikirin.

Berî bi çend rojan jî Erdogan gotibû ku, mijara kirîna S-400 ne cihê nîqaşê ye, ew mijar qediyaye.

Emerîka jî ew hişyar kiribû û li ser vê yekê cezayên aborî li ser wê ferz kirin.

Biryar e ku, Tirkiyê havîna bê, van fuzeyan ji Rûsyayê bikire.

Leave a Reply

Back to top button