SIBÊ PARTÎ Û HÊZÊN SIYASÎ YÊN ROJAVA LI HEV DICIVIN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a ku KNK-Rojava daye destpêkirin de, wê sibê partî û hêzên siyasî yên Rojava li hev bicivin.

Civîn bi beşdarbûna 27 partiyên siyasî yên kurdî, 16 kesayetên serbixwe, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ku banga KNK`ê ya qonaxa yekemîn bi cih anî, wê were lidarxistin.

Civîn wê li Eywana Zana ya bajarê Qamişlo bi rêve biçe.

Endama Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Derya Remedan der barê civînê de axivî û ev agahî dan:

“Me vexwendname rêkirin ji hemû partiyên siyasî re.

Wek destpêkê hemû partiyên ku banga me bersivand, wê beşdarî civînê bibin.

Di civînê de, wê her kes pêşniyara xwe bibêje da ku em bigihîjin biryarên ku dikevin ximzeta Kurdan.

Komîteya KNK-Rojava, pêncşema derbasbûyî di civîna xwe ya asayî de ragihand ku ew derbasî qonaxa duyemîn a ji bo Yekitiya gelê Kurd bû.

Komîteya KNK-Rojava Mijdara 2018’an qonaxa yekemîn ragihandibû û serdana hemû partî û hêzên siyasî yên kurdî kiribû.

Leave a Reply

Back to top button