BIPÊKIRINÊN DAGIRKERIYA TIRK LI EFRÎNÊ DIDOMIN

Revandin û dizîna ku rêbazên sereke yên çeteyên dewleta tirk a dagirker ne, rojane didomin.

Çeteyên Fesîla 112 a girêdayî dewleta Tirk a dagirker dest danîn ser berhemên zeytûnan ên 5000 dar.

Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku darên hatine desteserkirin û talankirin, navbera gundê Xwezyana Jorîn û Xwezyana Jêrîn ên navçeya Mabata ne.

Ew dar jî yên van şêniyan e:

1- Fewzî Hesen
2- Mihemed Hesen
3- Hesen Henîf Hec Hesen
4- Mihemed Elî Çîlo
5- Ednan Enwer Îbiş
6- Fethî Enwer Îbiş
7- Hesen Sîdo Ce’fer
8- Omer Sîdo Ce’fer

Li aliyê din, koma çete ya bi navê “Ehrar Eş-Şerqiye” dest danî ser zeviyên şêniyan ên navbera navçeyên Reco û Bilbilê.

Li navçeya Şiyê jî, çeteyên bi navê “Sultan Silêman Şah” di revandina sivîlan de berdewam e.

Vê dawiyê, şêniyên bi navê Ebdulla Mihemed Sîdo û Hecî Ebdirheman Şêxo revandin.

Her wiha çarenûsa şêniyê bi navê Mihemed Menle Mihemed ê ji gundê Coqê yê navçeya Mabata, heya niha nediyar e.

Mihemed Menle Mihemed bavê 3 zarokan e û ji meha Cotmeha borî ve hatiye revandin.

Leave a Reply

Back to top button