BERXWEDANA NASIR YAGIZ KET ROJA 111 AN

Berxwedana Nasir Yagiz ev 111 rojin li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan didome.
Rojane ji bo piştevaniya bi çalakgeran re serdan tên kirin.
Di vê çarçoveyê de şandeyek ji bakur û rojhilatê Sûrî jî serdana Yagiz kirin.
Çalakiya Endama Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî di roja 51’an de bi biryardarî didome.

Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dayî destpêkirin di roja 111’an de ye.

Her roja diçe rewaş Yagiz gran dibe, nikare rabe ser xwe.

Li aliyekî din Serdanên piştgiriyê yên jo bo Yagiz û çalakiya li Hewlêrê dewam dike.

Siyasetmedar û Serokê Tevgera Aştiya Navxweyî Mûsa Keval û Rêveberê Tevgera Aştiyê ya Navxweyî Osman Başkal serdana grevê kirin.

Siyasetmedar Kaval diyar kir ku divê Kurd bi van çalakiyan xwe nêzî hev bikin û yekitiyeke xwe ava bikin.

Her wiha şandeyek ji rêveberiya Xweser a Bakurê û rojhilatê Sûrî serdana çalakiyê kir.

Şande bi çalakvanên greva dorveger re rûniştin û piştevaniya xwe ya ji bo çalakiya wan anî ziman.

ÇALAKIYA FEDÎLA TOK DI ROA 51’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya Endama Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fadîle Tok di roja 51’ê de ye.

Fadîle Tok ji bo ahenga 8’ê Adarê ya Binarê Qendîlê peyameke bi deng şand.

Fedîla Tok hemû çalakvanên greva birçîbûnê silav kir û got:

“Serkeftina gelê Kurd û azadiya Rêber Apo nêz e.

Em ê li Bakurê Kurdistanê dawî li faşîzma Erdogan û AKP’ê bînin”.

ÇALAKIYA HERÊM MEHMUD DI ROJA 16’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya endezyar Herêm Mehmud jî di roja xwe ya 16’an de dewam dike.

Herêm Mehmud li ser rewşa xwe û çalakiya xwe axivî û got:

Îro çalakiya min di roja 16’an de ye.

Heya niha min 5 kêlo winda kiriye.

Lê moralê min bilinde û min vê çalakiya bi ruhê Germiyanê destpê kiriye”.

YUNUS UMER BANGA PIŞTGIRIYÊ JI BO GREVÊN BIRÇÎBUNÊ KIR

Ciwanê bi navê Yunus Umer li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan li Pêncwên ketiye greva birçîbûnê.

Yunus bang li welatiyan kir daku piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bikin.

Yunus got, azadiya Ocalan ji Rojhilata Navîn pêwîstiyeke.

Leave a Reply

Back to top button