MILYONEK KOÇBER Û PENABER HENE LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HENE

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçber û penaber hene.
Rêveberî jî hewil dide bi hemû derfetn xwe pêdiviyên wan peyda bike.
Rêveberiyê bang li NY’yê kir ku sozên xwe yên destekdayîna koçber û penaberan bi cih bînin.

Hevserokê Buroya Geşkirin û Karûbarên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilqadir Miwehid têkildarî hejmara koçber û penbaran ji ajansa Hawar’ê re axivî.

Ebdilqadir Miwehid destnîşan kir ku li kampên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê nêzî milyonek koçber hene.

DÊRAZOR 200 HEZAR

MINBIC 70 HEZAR

TEBQA 100 HEZAR

Niha 200 hezar li bejahiya parêzgeha Dêrazorê, 70 hezar li bajarê Minbicê, 100 hezar li Tebqayê.

û hejmareke mezin di nava herêmên Cizîr û Firatê de belav bûne.

Ebdilqadir Miwehed derbarê kampên ji van koçberan re hatine vekirin wiha got:

Hejmara koçberên di kampên rêveberiyê li rojhilatê Firatê de û li gel NY`ê hatiye tomarkirin.

Di 10 kampan de 93 hezar û 600 koçber ji herêmên cuda ji Sûriyê ne.

HERMÊN SÛRÎ 93600

Ebdilqadir Miwehed diyar kir ku bi dehan kampên din ku Rêveberiya Xweser wan bi rê ve dibe hene.

Ew kamp li aliyên bajarê Reqayê û bejahiya Dêrazorê ne.

Tenê Rêveberiya Xweser alîkariyên xizmetguzariyê pêşkêş dike.

Miwehed destnîşan kir ku derdora 300 hezar koçber hatine herêmên rêveberiyê.

û di nava avahî û saziyên hikumetê yên berê de dijîn an jî li gel mirovên xwe dimînin.

Miwehed balkişan li ser penaberên ji Iraqê û wiha anî ziman:

HOL 17 HEZAR PENABEREN IRAQÊ

Niha zêdetirî 17 hezar koçberên ji Iraqê li kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê.

Hejmara malbatên çeteyan DAIŞ’ê jî 40 hezar koçberin:

Niha di kampê de hejmara wan gihaştiye 53 hezar koçberî.

Em li gorî biryar û zagonên NY’yê bi koçber û penaberan re di nava danûstandinê de ne .

Hevserokê Buroya Geşkirin û Karûbarên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilqadir Miwehid bang li NY’yê kir ku sozên xwe yên destekdayîna koçber û penaberan bi cih bînin.

Leave a Reply

Back to top button