QSD: JI DOH VE 37 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI BAXOZÊ HATIN KUŞTIN

Qonaxa dawî ya têkbirina DAIŞ’ê didome.
Şervanên QSD’ê doh dest bi qonaxa dawî ya li dijî çeteyên di Baxozê de kir.
Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê ji doh heta îro eşkere kir.
Li gorî vê, 37 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê 10 Adarê dest bi operasyonê li dijî çeteyên di Baxozê de kir.

Navenda Ragihanadina QSD’ê diyar kir ku, ji 3”ê Adarê ve bi qasî 4 hezar çeteyî û bi hezarana malbatên wan xwe radestî şervanan kirin.

Lê belê beşekî ji wan biryara şer dan, ji lewre şervanan dest bi operasyonê kir û wê heta têkbirina wan bidome.

Navendê têkildarî şerê 24 saetên dawî jî ev agahî dan.

Şervanên QSD’ê ji çend baskan ve, êrîş birin ser çeteyan.

Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin û şervan bi pêş ketin.

Balafirên Koalîsyonê jî, kombûn û baregehên çeteyan bombe kirin.

Li milekî din jî, şervanan hejmareke mezin a çeteyan dorpêç kir û ew topbaran kirin.

Çeteyan jî bersiv da.

Di encamê de hejmareke mezin a çeteyan hatin kuştin.

Tîmên Endiziyariya leşkerî jî, ji bo rê li pêşiya şervanan vekin, dest bi bêndarokirina mayinên çeteyan kir.

Her wiha 4 çeteyên xwekuj hewl da xwe di nava şervanan de biteqînin, lê belê ji dûr ve hatin kuştin.

Çeteyekî din jî xwe li nêzî maşîneya rakirina mayinan teqand.

Balafirên Koalsîyonê jî, êrîşî van çeteyan kitin û hejmarek ji wan kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, di van şer
an de, 37 çete hatin kuştin û hejmarek jî nehat zelalkirin.

Balaifrên Koalîsyonê 10 êrîşên hewayî pêk anîn.

Erebeyek veguhestina cebilxaneyê û yek a leşkerî hatin teqandin.

Cihekî doçka hat teqandin.

Çekek BKC û 43 Kilaşînkov ketin destê şervanan.

Navendê ragihand ku, di encama van şeran de 5 şervanên wan bi sivkî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button