NÊZÎ 100 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê XWE RADESTÎ QSD’Ê KIRIN

Di demekê de ku, şervanên QSD’ê li Baxozê bi pêş dikevin, çeteyên ku ji ber dijwariya şer nikarin xwe bigirin xwe radest dikin.
Herî dawî hejmareke mezin a çeteyan xwe radestî şervanan kirin.

Nûçegihanê me operasyona şervanan dişopîne ragihand ku, vê êvarê nêzî 100 çeteyan xwe radestî şervanan kirin.

Ev çeteyên ku xwe radest dikin, beriya niha QSD”ê demeke ji wan diyar kiribû, lê belê biryara şer dan.

Bi pêşketina şervanan re, ev çeteyên di dorpêçê de neçar dimînin xwe radest bikin.

Ji 3’ê Adarê ve bi qasî 4 hezara çeteyî xwe radest kirine.

Li gorî fermandarên eniyê, 2 bijarte li pêşiya çeteyan e.

Yan kuştin, yan jî xwe radestkirin e.

 

Leave a Reply

Back to top button