SERHILDANA 12 ADARÊ BÛ BINGEHA AVAKIRINA RÊVEBERIYA XWESER

Îro salvegera 15’an a serhildana 12’ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
12’ê Adara 2004’an, li bajarê Qamişlo hêzên rêjîmê û pêxwasên wê, komkujî pêkanîn.
Li dijî êrîş û komkujiyan gelê Kurd ne tenê li Rojava, li 4 aliyên Kurdistanê û seranserî cîhanê serî hildan.
Rihê serhildana 12 Adarê bû bingehê avakirina Rêveberiya Xweser.

 

12 ‘ê Adara sala 2004’an , hêzên ewlekarî û polîsên rêjîma Sûrî, bi alîkariya derdorên nijadperest, bi armanca peydakirina şerê di nava Kurd û Ereban de planekî qirêj amade kirin..

Plana hêzên tarî yên rêjîmê û derdorên Ereb ên nijadperest, bi maça futbolê ya navbera tîma Cîhad a bajarê Qamişlo û tîma El-Fitiwê ya bajarê Dêrazorê dest pê kir.

Hêzên Ewlekariya Sûrî bi serkêşî û fermana waliyê Hesekê Selîm Kebbûl gule li ser Kurdên sivîl barandin û di encama êrişa destpêkê de 3’ê jê zarok bi giştî 7 Kurdan jiyana xwe ji dest dan.

Roja 13 Adarê bi armanca şermezarkirina êrişên hovane yên hêzên rêjîmê û hevkarên wê Erebên nijadperest û veşartina şehîdan, bi sedhezaran Kurdê bajarê Qamişlo daketin kolanan.

Hêzên rêjîma Sûrî êrişî xwepêşandana girseyî kirin û bê ser û ber gule li gel barandin.

Di encamê de nêzîkî 30 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn. Rê û rêwanî di nexweşxaneyan de nema, bi sedan kesên birîndar ji tirsa hêrsa dewletê xwe li malan derman kirin, her wiha bi hezaran kes jî hatin binçavkirin.

Komkujiya li vê derê, li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê deng veda. Gelê Kurd li Efrînê, Kobanê, Amûdê, Dêrikê, Hesekê, Rimêlan, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û li bajarên Sûriyê Şam û Helebê rabû ser piyan.

Li hemberî hovîtiya rêjîma Surî, gelê Kurd çi li derveyî welat, çi jî li her çar aliyên Kurdistanê bi hawara Kurdên Rojava ve rabû û ew bi tenê nehiştin.

Kurdistanî li Ewrûpa dest bi meş û mîtingên girseyî kirin û rejîma Sûrî di nava qada navnetewî de şermezar kirin.

Gelê Kurd li Amedê, Dêrsimê, Şirnex, Silêmanî, Hewlêr, Amêdî, Mihabad û li Ûrmiyê bi dehan çalakiyên piştgiriyê lidar xist û ji tevahiya cîhanê re diyar kir, ku Kurdên Rojava ne bi tenê ne.

Bi rihê serhildana 12’ê Adara 2004’an gelê bakur û rojhilatê Sûrî şoreşa li Sûrî pêşwazî kir.

Di sala 2012’an de gel vîna xwe diyar kir û bi fikrê rêvberiya xweser malovanî ji hemû pêkhateyên li herêmê re kir.

Niha jî bi vî rihî dawî li dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê tê anîn.

Leave a Reply

Back to top button