Ev 3’ê rojin şerkî giran li Baxozê heye.
Berpirsê Navenda Ragihandê ya QSD`ê Mustefa Balî ragihand ku di şerê şevê din de 38 çete hatin kuştin.
Berpirsê Navenda Ragihandê ya QSD`ê Mustefa Balî di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku şevê din di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li hemû eniyên Baxozê, şerên dijwar rû dan.
Mustefa Balî diyar kir ku şervanên QSD`ê çeperên parastinê yên çeteyên DAIŞ`ê rûxandin.
Her wiha şervanên QSD’ê navendeke fermandariya serçeteyan jî kirin hedefa xwe û hejmarek ji erebeyên leşkerî yên çeteyan teqandin.
Balî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi moşekan êrîşî navendên şervanan kir û hewl da ku li pêşiya pêşveçûnên şervanan bibin asteng.
Balî got di encama şerê şevê din de 38 çete hatine kuştin.
Mustefa Balî diyar kir ku 3 şervanên QSD`ê jî piştî ku bi lehengî şerkirin şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.