Bi silogana “Bi yekitiya jinan em ê civakeke demokratik û azad ava bikin” civîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî dest pê kir.
Civîna Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî li Salona Zana ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin.
Jin ji pêkhateyên êzidî, Suryan, Ermen, Tirkmen, Kurd, Ereb û Çerkez di civînê de amade bûn.
Rêveberiya jinan a Tebqa, Reqa, Dêrazor, Minbicê û hemû sazî, rêxistin û saziyên jinan ên serbixwe tevlî civînê bûn.
Armanca civînê ew e ku pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ`ê were nîqaşkirin.
Her wiha destûra Sûriyê û mayîndekirina deskeftiyên li Sûriyê jî wê were nîqaşkirin.
Tê payîn ku di dawiya civînê de wê sîwaneke nû ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî bê avakirin.
Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî dewam dike.