TEVÎLBÛNA TIRKIYÊ YA JI BO YEKÎTIYÊ HILAWESTAND

Piştî derbeya leşkerî ya 2016’an li dijî rêjîma Erdogan pêk hat, Tirkiyê ji tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê bi dûr ket.
Dîsa jî Yekîtî vê yekê nû dike û danûstandinên tevlîbûna Tirkiyê radiwestîne.

Parlamenta Ewropî duh doza rewestina danûstandinên tevlîbûna Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê kir.

Endamên palamentê di civîneke ku li Strasbourgê hat lidarxistin de got:

Ew pir ji kirinên qeydkirî yên Tirkiyê yên der barê mafên mirov, qanûn, azadiya navgînên ragihandinê û her wiha ji pergala serokatiyê bixwe ne dil rehet in.

Rapora kirinên Tirkiyê bi 370 dengî, bi awayekî fermî danûstandinên tevlîbûna Tirkiyê hatin hilawestandin.

Ji aliyê xwe ve jî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ev yek red kir û got:

Ev biryar ti wateya xwe li cem Enqerayê tune ye.

NÛNERÊ HDP’Ê FAÎK YAGIZAY:
RAPORA KIRINÊN TIRKIYÊ YA HERÎ TUND HAT DÎTIN

Nûnerê HDP’ê yê li Parlamenta Ewropayê Faîk Yagizay anî ziman ku daxwaza wan û ya parlamenteran yek e û got:

Me xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, ku ev yek jî di rapora CPT de hatiye diyarkirin.

Yagizay diyar kir ku rapora 2019’an ji sala 2005’an û vir ve di nava raporên hatine amadekirin de ya herî tund e.

Nûnerê HDP’ê yê Yekîtiya Ewropayê Eyup Dorû jî di civînê de axivî û got:

Di raporê de rewşa siyasî ya li Tirkiyê, kirinên li dijî demokratiyê yên li dijî HDP’ê tên kirin, hatin nirxandin.

Leave a Reply

Back to top button