MEDICO INTERNATIONAL DEST BI KAMPANIYA ROJAVA BIPARÊZIN KIR

Medico International ku saziyeke mafên mirovan e bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo dawî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bê anîn, dest bi kampanyayê ‘Rojava biparêzin’ kir.

Di dexuyaniyê de wiha hat gotin:

Sala 2014’an hêzên YPG û YPJ’ê civaka Êzidî ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirine.

Di şerê dijî DAÎŞ’ê de nêzî 10 hezar şervanên Kurd şehîd bûn.

piştî ku Serokê DYE’yê Donald Tramp da xuyakirin ku wê hêza xwe ji Sûriyê vekişînin, dewleta Tirk li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dest bi gefan kir û hejmara leşkerên xwe li ser sînor zêde kir.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha domand:

Eger şerek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî were kirin wê rê li ber karesaeteke însanî û siyasî veke.

Eger hewldanek ji bo dagirkirina Rojava bê kirin, ev yek wê weke êrîşa Çileya 2018’an a li ser Efrînê be, ku qanûnên navneteweyî lê hatin binpêkirin.

Medico International yek ji saziyên mafên mirovan ên Elmanyayê ji bo wê jî saziya navborî bang li hikumeta Elmaniya kir ku zextên li Tirkiyê bike.

Leave a Reply

Back to top button