BERXWEDANA LEYLA GUVEN DI ROJA 127’AN DE YE

Berxwedana ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan destpêkirî, bi biriyardarî dewam dike.
Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi îradeyek mezin di roja 127’emîn de ye.
Bi Guven re jî koma despêkê ya çalakgerên di girtîhehan de di roja xwe ya 89 an de ye.
Ji ber zextên li girtîgehan êdî rewşa çalakgeran metirsîdar bûye.

Berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan a Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven di roja 127’emîn de ye.

Tevî çalakiya Leyla Guven çalakiya koma girtiyên despêkê ku 16’ê Kanûnê li girtîgehan dest pê kirî 89 roj in didome.

1’ê Adarê, li tevahiya girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Ev çalakî jî di roja 14’an de ye.

Çalakgeran di roja despêkê ya çalakiya xwe de ragihandibûn ku ji derveyî Rêber Ocalan kes nikare wan ji biryara wan vegerîne.

‘BERXWEDÊRÊ GIRTÎ BURHAN BARÛT BI ZEHMETÎ NEFES DISTÎNE’

Her ku diçe rewşa girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne giran dibe.

Hate ragihandin ku Burhan Barut ê di Girtîgeha Tîpa F, hejmar 1 a Tekîrdagê de 79 roj in di gireva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger de ye bi zorê nefes distîne.

Parêzer Fırat Vural ê bi miwekîlê xwere hevdîtin pêkanî got,

“Bi zorê nefes distîne, perasûyên wî diêşin.

Di vê asta ku rewşa wî girane de ti kes ligel wî namîne û ev jî mirov dixe nava fikaran.”

3’ê Adarê jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê

Û 8’ê Adarê parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî ketin greva bêdem û bêdorveger.

Sedat Akin jî li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 79’emîn de berdewam dike.

Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê dest bi grevê kirî di roja 59’emîn de çalakiya xwe dewam dike.

Gurbet, anî ziman ku çi li malê û çi li girtîgehê çalakiya wan dewam dike û wiha got:

“Divê civak bêdeng nemîne.

Ger bêdengî dewam bike wê bibe sedema mirinê.

Ev bêdengî me diêşîne û tenê gel dikare dawî li bêdengiyê bîne.”

LI WANÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN

Li Wanê jî gel li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan meşiyan

Di meşê de bê navber siloganên piştevaniya bi çalakgeran re hatin gotin.

OMER OCALAN JI WEZARETA DADÊ XWEST HEMÛ QEDEXEYÊN LI SER OCALAN RAKIN

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî ji Wezareta Dadê re daxwazname şand û xwest hemû zext û qedexeyên li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin.

Ocalan di daxwaznameya xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan û binpêkirina mafên wî yên neteweyî û gerdûnî.

Leave a Reply

Back to top button