BI DAXUYANIYEKÊ XEBAT Û BIRYARÊN GIRTINE EŞKERE KIR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê xebat û tedbîrên ku di hefteya derbasbûyî de girtine, eşkere kir.

Rêveberiya Xweser li navenda xwe ya li Eyn Îsa civîneke çapemeniyê li dar xist.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê daxuyanî xwend û wiha got:

Rêveberiya Xweser gelek biryar der barê aliyên tenduristî, perwerde û çapemeniyê de li herêmê dane.

Dermanxaneyên navendî ji aliyê yekitiya dermanxaneyan li bajaran vekin.

Fonên mamosteyan li rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat diyar kirin.

Rêveberiya Sotemeniyê wê li hemû bajaran bê vekirin da ku sotemeniyê ji şêniyan re peyda bikin.

Reşnivîsa sîstemên hundirîn a 10 desteyan a Meclisa Rêveber jî hate erêkirin.

Her wiha Ehmê diyar kir ku malperên Facebookê yên nûçeyan wê bên rûxsetkirin û yekirina pereyên rûxsetkirina malperê.

Leave a Reply

Back to top button