ŞANDEYEK KNK’Ê SERDANA HIZBA DEMOKRATA KURDISTANA ÎRANÊ KIR

Şandeyek KNK’ê di çarçoveya komxebatên ji bo lidarxistina Kongreya Netewî de serdana baregeha Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ya li navçeya Koyê kir.

Şandeya KNK’ê ku ji Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd û 4 Endamên KNK’ê pêk dihat ji aliyê rayedarên Hizba Demokrata ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî civînê alîkarê duyem yê Lêpirsrawê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Mihemed Nezîf axivî.

Mihemed Nezîf diyar kir ku her du aliyan li ser yekrêziya dinava Kurdan de û baştirkirina peywendiyên aliyên siyasî axivîne.

Piştre Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd got ku ew keyfxweşin ji bo nêzîkbûnek baş dibînin dinavbera aliyan de û piştgiriyê didin ji bo li darxistina kongireya netewî.

Leave a Reply

Back to top button