DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ QANÛNÊN MAFÊN MIRVAN BINPÊ DIKE

Wezareta Derve ya DYA’yê derbarê binpêkirinên mafê mirovan raporeke weşand.
Di raporê de tê gotin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê qanûnên navdewletî binpê dike.

Wezareta Derve ya Emerîkayê roja Çarşemê raporeke di derbarê binpêkirinên mafê mirovan ên di sala 2018’an de pêk hatîn weşand.

Di raporê de binpêkirinên mafê mirovan ên li nêzî 200 herêman tên meşandin, hatine rêzkirin.

Di raporê de bal tê kişandin ser binpêkirinên mafê mirovan ên li dewletên Rojhilata Navîn.

Li gorî raporê, rejîma Sûrî ti gav ji bo darizandina kesên ku mafê mirovan binpê kirine ne-avêtine.

Hate destnîşankirin ku destê komên girêdayî Rêjîmê di binpêkirin, kuştin, revandina sivîlan û destdirêjî de jî heye.

Di raporê de tê gotin komên çete yên Sûriyê yên desteka xwe ji Tirkiyê digirin êrîşên bê serûber li paytexa Sûriyê Şamê pêk anîn û li Dûmayê sivîl îşkence kirin.

Her wiha li Efrînê mal û milkên Kurdan desteser kirin.

Di raporê de tê gotin ku şêniyên Efrînê ji aliyê çeteyên “Artêşa Azad” ya ku desteka xwe ji Enqerayê digire, tên girtin, revandin û êşkencekirin.

Hat diyarkirin ku çeteyên “Artêşa Azad” vegera şêniyên Efrînê li warê xwe û azadiya tevgerkirin û veguhestina niştecihên resen li Efrîna Sûriyê asteng dikin.

Her wiha di raproê de tê gotin, komên çeteyên ên desteka xwe ji Tirkiyê digirin û komên wekî Heyet Tehrîr El-Şam û DAIŞ derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo koçberan asteng dikin.

Wezareta Derve ya Emerîkayê di dawiya rapora xwe de dibêje ku binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê qanûnên navnetewî binpê dike.

Leave a Reply

Back to top button