LI KAMPA HOLÊ 8 HEZAR MALBATÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HENE

Rêveberiya kampa holê ragihand ku hejmara malbatên çeteyên DAIŞ’ê li kampê gihîşt 8 hezar kesî.

Kampa Holê ya ku 45 km dikeve rojhilatê navenda kantona Hesekê malbatên DAIŞ’iyan pêşwazî dike.

Malbatên çeteyên ku xwe radest dikin piraniya wan biyanî ne.

Her wiha beşek ji wan jî ji dewletên erebî û ji bajarên Sûriyê ne.

Di vê derbarê de yek ji rêveberên kampa Holê Nebîl Hesen ev tişt got:

Çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî jî ji welatên weke;

Ozbek, Alman, Afrîka, Tirk, Pakistan, Amerîka, Brîtanya, Fransa û Rûsya ne.

Hejmara giştî ya li kampa Holê ya dawîn nêzî 64 hezar kes e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariya wan dike.

Rêveberiya Kampê hewl dide kampê ji ber xweradestkirina çeteyên ku li Baxozê mane, fireh bike.

Leave a Reply

Back to top button