ŞERVANÊN QSD’Ê LI DORA BAXOZÊ 4 ÇETE GIRTIN

Li Baxozê şer di navbera Hêzên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî dewam dike.
Çeteyên DAIŞ’ê sûd ji rewşa hewayê girtin û bi çeteyên xwekuj êrîşî nuqteyên QSD`ê kirin:
Şervanên QSD’ê jî yekser bersiva êrîşan da û êrîş şikand.
Çeteyên ku li hemberî şervanan bê çare mane, kom bi kom xwe radest dikin.
Her wiha îro zarokeke din ê êzidî hat rizgarkirin.

Şervanên QSD’ê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dide.

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku tengav bûn, xwestin sûdê ji rewşa hewayê bigirin.

Çeteyan nuqteyên QSD`ê yên li derdora gund bi êrîşên xwekujiyê kirin hedef.

Lê belê şervanên QSD`ê amadekariyên xwe kiribûn û ew êrîş şikandin.

Ji aliyekî din ve du çeteyên xwekuj li nêzî nuqteyên QSD`ê xwe teqandin.

Heta niha tu agahî di derbarê êrîşan de nehatiye girtin.

Her wiha şer li tevahiya eniyên Baxozê dewam e.

Danê êvarî şervanên QSD`ê 4 çeteyên ku hewl didan derbasî nuqteyên wan ên li dora Baxozê bibin, girtin.

BI SEDAN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê XWE RADESTÎ QSD’Ê KIRIN

Çeteyên ku nikarin xwe li ber şervanan bigrin xwe radest dikin.

Îro bi sedan çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kir û di nav de bi dehan çeteyên birîndar hene.

Şervanên QSD`ê bi rêya erebeyan çeteyên birîndar birin nuqteyên tenduristiyê da ku werin dermankirin.

DI NAVA ÇETEYAN DE ZAROKEK ÊZIDÎ HAT DÎTIN

Di nava çeteyên ku xwe îro radestî QSD`ê kirin de, zarokeke êzidî ku ji aliyê çeteyan ve ji Şengalê hatibû revandin , hat dîtin

Zarokê bi navê Rîhad Nayif Kûtê 11 salî ye ji gundê Til Benat ê Şengalê ye.

Şervanên QSD`ê heta niha hejmare mezin Êzidî ji Baxozê rizgar kirin.

Leave a Reply

Back to top button