EBÛ ERAC: NUQTEYÊN TIRKIYÊ YÊN LI IDLIBÊ JI BO PARASTINA REJÎMÊ NE

Cîgirê Fermendarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan destnîşan kir ku nuqteyên Tirkiyê yên li Idlibê bi armanca parastina Rêjîma Sûriyê hatine avakirin û got:

“Idlib veguheriye hemêzkera komên çete.

Kesên ji 50 welatên biyanî têde hene.

Em bang li şêniyan dikin ku serî hildin.”

Di demên dawîn de gelek geşedanên bi lez li Idlibê rû dan.

Rûsya piştî lihevkirina Soçiyê cara yekê bajarokê El-Temnae bi fisfora spî topbaran dike.

Li gorî çavkaniyekî, Rûsya bi zêdetirî 50 êrîşên hawayî li gelek deverên din ên rojavayê Rêya Navdewletî ya Heleb-Lazîqiye-Şamê pêk aniye.

Piştî topbaranê şênî ber bi Efrînê û gundên wê ve koçber bûne.

Cîgirê Fermendarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan ku binavê Ebû Erac tê naskirin têkildarî mijarê ji ajansa Hewarê re axivî.

Ebû Erac diyar kir ku nuqteyên Tirkiyê yên li Idlib û gundewarên Hema, Heleb û Lazîqiye piştî lihevkirina Astanayê hatine danîn û wiha got:

“Ev nuqte ne nuqteyên çavdêriyê ne, ji ber ku rê li pêşiya topbarana li ser Idlibê nagirin.

Ji wê bêtir nuqteyên ji bo parastina Rêjîma Sûriyê ne.

Ev nuqta ji bo rê li pêşiya êrîşên komên girêdayî Tirkiyê li ser nuqteyên Rêjîmê bigirine hatine avakirin.”

Ebû Erac destnîşan kir ku gundewarê başûrê rojavayê Idlibê bi temamî wêran bûye.

“Di encama van êrîş û wêrankirinê de şêniyên herêmê koçber dibin.

Dewriyeyên hevpar ên Rûsya û Tirkiyê ku li Idlibê tên kirin, ji bo rawestandina topbaranê bûn.

Lê berovajî rêjîma Sûriyê piştî dewriyan bi çenda saetan êrîşên herêmên rojhilatê Idlibê kir.

Ebû Erac balkişand li ser bêdengiya cîhanê ya li hember bikaranîna fisfora Spî ji aliyê Rûsiyayê ve;

“Rûsyayê bajarokê El-Temane bi fisfora spî li ber çavên cîhanê, heta dewletên misogerkerên Astanayê, topbaran kir. Heyet Tehrîr El-Şam berdestê Rûsya û Tirkiyê ye. Heyet Tehrîr El-Şam beşek ji lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ye. Ev çete her lihevkirinekê red dike lê rewabûnê dide topbaran Rûsyayê.”

Cîgirê Fermendarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac ku di nav komên li Idlibê de zêdetirî 50 nasnameyên cuda ji tevahiya cîhanê hene, ji ber wê ewlehiya Idlibê ne pêkan e.

“Divê şêniyên Idlibê li hember her sê-aliyên lihevkirinan Tirkiyê, Îran û Rûsyayê serî hildin.

Ew jî bi yekrêziya gel pêkan e.”

Leave a Reply

Back to top button