SERDANA LAVROV JI TIRKIYÊ RE CARA DUYEMÎN HAT DERENXISTIN

Serdana Wezîrê Karên Derve ya Rûsyayê ji Tirkiyê re cara duyemîn hat paşxistin.
Nakokiyên herdu aliyan kûrtir dibin.
Hemwextî wê topbaran li ser Idlibê jî zêde dibe.

Nakokiyên Rûsya û dewleta Titk li ser Idlibê kûrtir dibin..

Vê dawiyê balafirên Rûsyayê û rejîma Sûrî herêma Idlibê û gundewarên wê bi awayekî dijwar topbaran kir.

Ev bûyerên li ser erdê, di aliyê dîplomatîk de jî nelihevkirin û pirsgirêk bi xwe re anîn..

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê fermî ragihand ku serdana Wezîrên Karên Derve ya ji Tirkiyê re, ji ber sedemên teknîkî hatiye paşxistin.

Ev derengxistin a duyemîn e di vê hefteyê de.

EL-EWSET: JI KÛRBÛNA NAKOKIYAN SERDAN HATIYE DERENGXISTIN

Lê gelek dezgehên ragihandina Rûsî û cîhanî diyar kirin ku paşxistina serdanê ji ber nakokiyên herdu aliyan e..

Rojnameya Şerq El-Ewset ragihand ku derengxistina serdana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ji Tirkiyê re, ji ber zêdebûna aloziyên navbera herdu aliyan e.

Li gorî rojnameyê;

Paşxistina serdana duyemîn a Lavrov ji bo Tirkiyê nîşaneya kûrbûna nakokiyan e.

Di wextekê de ku êrîşên Rûsya û hêzên rejîma Sûrî li ser Idlibê zêde dibin.

Diviyabû serdana Lavrov 12’ê Adarê pêk bihata, lê ji ber nakokiyan serdan heta bi 18’ê Adarê hate paşxistin.

462 KES LI IDLIBÊ HATINE KUŞTIN

Di heman çarçoveyê de çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku topbarana hêzên rejîma Sûrî li ser herêmên Idlib û Hemayê zêde bûye..

Li gorî çavdêriyê ji destpêka peymana Soçiyê ya Îlona 2018’an li ser Idlibê hatibû mohrkirin, 462 kes hatine kuştin.

Ji van: 205 sivîl, 144 kes ji hêzên rejîmê û 104 çete ne.

Leave a Reply

Back to top button