SEROKWEZÎRA NEW ZELENDA: EM BERÎ ÊRÎŞA TERORÎST BI 9 XULEYAN HATIN AGAHDARKIRIN

Roja Înê li New Zelandayê kesekî êrîşî 2 mizgeftan kiribû û 49 kes kuştibûn.
Serokwezîra Newzelandayê der barê êrîşkar de agahiyên nû da.

Serokwezîra New Zelandayê Jacinda Ardern raghihand ku êrîşkarê êrîşa terorîst wê li dadgehên New Zelendayê were darizandin û ew ê êrîşkar radestî welatî wî Awstralyayê nekin.

Ardern eşkere kir ku wê û 30 aliyên din daxuyaniyek ji yê êrîşker berî êrîşê bi 9 xuleyan wergirt û got piştî 2 xuleyan wê ev yek ji ajansên ewlekariyê re şand.

Li gorî Ardern, daxuyaniyê ti dever û hûrguliyên êrîşê diyar nekir, lê sedemên vê êrîşê anîbû ziman.

DI 5’Ê NÎSANÊ DE WÊ WERE DARIZANDIN

Ajansa AFPê ji ragihand ku Awstraliyê bi navê Brînton Tarant ê 28 salî ango êrîşkerê herdu mizgeftên New Zelendayê li dadgehê tê darizandin.

Dadgehê ragihand ku yê êrîşker wê binçavkirî bimîne heta 5 Nîsanê da were darizandin.

Der barê mijarê de Polîsên New Zelandayê îro ragihand ku herdu kesên hatine binçavkirin ku çek bi wan re hatine girtin, ti têkilya wan bi êrîşa Tarant re tune ye.

Her wiha diyar kir ku wê kesekî din jî roja Duşemê li dadgehê were darizandin.

Leave a Reply

Back to top button