ROJNAMEYA WILL STERT JOURNAL: WÊ EMERÎKA HEZAR LEŞKERÊN XWE LI SÛRÎ BIHÊLE Û BI KURDAN RE HEVKAR BE

Rojnameya Will Stert Journal a Emerîkî têkildarî mabûna hêzên Emerîka û hevkariya bi Kurdan re raporek belav kir.
Li gorî rapora rojnamyê, niyeta Emerîka ya hiştina hezar leşkerên xwe li Sûrî heye û di vê çarçoveyê de hevkariya xwe bi hêzên Kurdî re dewam bike.

 

Rojnameya Will Stert Journal a Emerîkî têkildarî mabûna hêzên Emerîka û hevkariya bi Kurdan re raporek belav kir.

Li gorî rapora rojnamyê, niyeta Emerîka ya hiştina hezar leşkerên xwe li Sûrî heye û di vê çarçoveyê de hevkariya xwe bi hêzên Kurdî re dewam bike, nexasim piştî ku danûnstandinên bi Tirkiyê re têkildarî herêma bi ewle têk çûn.

Rojname di rapora xwe de dibêje, endamên tîma Ewlekariya Neteweyî ya Emerîkî ji Trump xwestine ku gotinekê ji Tirkiyê bistîne da ku êrîşî Kurdan neke, lê belê Tirkiyê ev yek red kiriye.

Rojnameyê bibîr xist ku, hebûna hêzeke mezin a Emerîka wê rê li pêşiya metirisyên vegera DAIŞ’ê bigire.

Ji ber li gorî berpirsên Emerîkî bi qasî 15 hezar heta 20 hezar çeteyên DAIŞ’ê li tevahiya Cîhanê û bi taybet şaneyên veşartî yên li Sûrî û Iraqê hene

Her wiha rojname dide zanîn , berpirsên emerîkî teqez dikin ku Emerîka artêşeke mezin ji bo tinekirina terorê dixwaze.

Rojnameya Emerîkî li ser zimanê yek ji mezintirîn dîplomatên Emeîrkî û nûnerê Emerîka li Sûrî Jems Jeffrey got, Emerîka ji bo aramncên xwe li Sûrî ku di nav de derketina Îranê ji Sûrî dixebite.

Beriya niha jî Qesra Spî ragihandibû ku, wê 200 leşkerê Emeîrkî ji bo parstina aştiyê li vir bimîne.

Piştî wê hejmar derket 400 leşkerî..

Lê belê li gorî heman rojanemyê, berpirsên emerîkî dibêjin, ev hejmar xwe naspêre biryarên Pentagonê û hejmar di plana leşkerî ya Emerîkî de tine ye.

Leave a Reply

Back to top button