ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI IDLIBÊ ÊRÎŞÎ ROJNAMEVANAN DIKIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Idlibê êrîşî rojnamevanan dikin.
Her wiha topbarana hêzên rejîmê ya li ser Idlibê jî dijwartir dibe.

Dema Rojnamevanê nûhatina dewriyeyên leşkerî yên dewleta Tirk li başûrê Helebê dişopand, çeteyan êrîşî wî kir.

Çeteyên Heyet Tehrîr Şam ên dewleta Tirk êrîşî rojnamevanê AFP’ê Hac Qedûr kir û gefa girtinê lê xwarin.

Hec Qedûr diyar kir ku dema ew û rojnamevanên din li dijî vê yekê derketin, çeteyan li wan dan.

TOPBARAN LI DEWRÛBERA IDLIBÊ DIJWARTIR DIBE

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragihand ku topbarana hêzên rejîma Sûrî li ser Idlibê dijwartir dibe.

Topbaran li zêdetirî 10 gund û bajarokên Idlib, Heleb û Hemayê pêk hat.

Çavdêriyê diyar kir ku ji dema peymana Soçiyê ya li ser Idlibê 464 kes hatine kuştin.

Ji van;

207 sivîl,

144 ji hêzên rejîma Sûrî û 104 çete ne.

Leave a Reply

Back to top button