WEZARETA PARASTINÊ YA DYA:KOMEK KU DESTÊ WAN DI TEQÎNÊ DE HEBÛ HAT GIRTIN

Wezareta Parastinê ya DYA’yê diyar kir ku QSD`ê kesên ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re heye.
û destê wan di kuştina leşkerên DYA’yê li Minbicê de heye, girtin.

Yek ji berpirsên Wezarata Parastinê ya Amerîkayê ji kanala Fox News a DYA re axivî,

Berpirsê wezareta parastinê diyar kir ku hindek çeteyên DAIŞ`ê ku destê wan di kuştina 4 leşkerên Amerîkayê de heye di çalakiyeke taybet a QSD`ê de îro hatine girtin.

Kanala CNN jî destnîşan kir ku QSD`ê 5 kesên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê di encama çalakiyeke taybet de girtin.

Berpirsê Wezareta Parastinê ya DYA’yê got:

Koma ku hatiye girtin, destê wan di teqîna ku di meha Çileyê de li bajarê Minbicê pêk hat de.

Di encama teqîna 16`ê Çileyê de çend sivîl ji Sûriyê û 4 leşkerên Amerîkayê şehîd bûn.

Leave a Reply

Back to top button