Li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrîn û Mare, Hêzên rizgariya Efrînê çalakî pêk anîn.
Di encamê de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin:
Hêzên Rizgariya Efrînê çalakıyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîne û derdora wê didomînin.
Di vê çarçoveyê de;
18’ê Adarê Hêzên rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya li taxa Tirindê a navenda Efrînê de çalakiyek lidar xistin.
Di encama çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.
Heman rojê Hêzên Rizgariyê li dijî kombûneke çeteyan a li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê çalakiyeke sabotajê pêk anînin.
Li wir jî 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Hêzên rizgariya efrînê çeteyekî li gundê Til Malid a Mare kirin hedef û çete hat kuştin.