NAMZETÊN DÊRIKÊ: EM Ê DI 1’Ê NÎSANÊ DE BI ROJEK NÛ ŞIYAR BIN

Ji hilbijartina herêmî ya Tirkiyê re tenê 11 roj mane.
Bi nêzîkbûna dema hilbijartinê re jî tevî xebatên HDP’ê hêrs, kelecan û moralê HDP’yan jî zêde dibe.
Namzetên HDP’ê yên hevşaredarên Dêrikê di çarçoveya hilbijartina Herêmî de gotin:
Em ê 1’ê Nîsanê bi rojeke nû şiyar bin.

Xebatên HDP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina Herêmî re zêde dibin.

Bi nêzîkbûna dema hilbijartina Herêmî re hêrs û moralê HDP’yan jî bilindtir dibe.

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Dêrikê bal kişandin ser projeyên xwe û gotin:

Em ê destpêkê deriyê xwe li gelê xwe vekin.

TEMELLÎ: DENGEK GELEK TIŞTAN DIGUHERÎNE

Serdanên Hevserokên giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan ji xebatên hilbijartinê lez dan xebata xwe.

Sezaî Temellî li bajarê Dihê axivî û got;

10 rojên mayî ew ê bi giyanê Newrozê rojê 24 saetan bixebitin:

Em ê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi mîsogerî bi rê ve bibin.

NAMZETÊN WESTANA WANÊ: WÊ WESTAN JI AKP’Ê RE BIBÊJE ‘ÊDÎ BES E’

Her wiha Namzetên HDP’ê yên Westana Wanê gotin êdî gel AKP’ya ku 15 sal in navçeyê bi rê ve dibe naxwaze:

LI EDENE Û ÎZMÎRÊ OPERASYON: 22 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li aliyê din zext û operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re zêde bûne.

Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê de girt û Hevseroka Bajêr Gulseren Tûral jî di nav de 12 kes binçavkirin.

Her wiha di serdegirtinên malan ên Îzmîr û navçeyan de jî 10 kes hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên malan de polîsan dest danîn ser telefon, komputer û amûrên dîjîtal.

LI WANÊ 23 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Ne tenê li Edene û Izmîrê, li Wanê jî di operasyonên qirkirina siyasî de 23 kes hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser malan û rêveberên HDP-DBP û namzetên Meclîsa Şaredariyê jî di nav de, 23 kes hatin binçavkirin.

4 girtiyên jin ên di Girtîgeha Tîpa L’yê ya Patnosê hatin sirgunkirin.

LI COLEMÊRGÊ 43 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navenda bajarê Colemêrgê di operasyonên qirkirina siyasî de du kes hatin binçavkirin.

Li taxa Medreseyê Pervîn Aksaç (20) û li taxa Gaziyê Oktay Dûrgûn (23) hatin binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button