ADIL EBDULMEHDÎ: REWŞA ŞENGALÊ HATIYE KONTROLKIRIN

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî duh êvarî di civîna xwe ya heftane de, diyar kir ku rewşa Şengalê hatiye kontrolkirin û tiştê ku ji destê wan tê, kirin.

17’ê Adarê, dema wesayîtekî şervanên YBŞ’ê li nuqteyekî artêşa Iraqê re derbas dibû, ji aliyê artêşa Iraqê ve hat gulebaran kirin û di encamê de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê di navbera Rêveberiya Şengalê û Bexdayê de civînek li dar ket.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ev êrîş ji aliyê komên ku dixwazin fitineyan derbixînin ve hat kirin û got:

Em bawer dikin ku ev bûyer wê di navbera me û artêşa Iraqê de hevsengiyek bihêztir çêbike.

Serokwezîrê Iraqê jî Adil Ebdulmehdî şeva din diyar kir ku rewşa Şengalê hatiye kontrol kirin û tiştê ji destê wan hat, kirin.

Leave a Reply

Back to top button