Gerîlayên HPG’ê li Girê Xeregolê ya nevçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parvek:
19’ê Adarê gerîlayan li dijî artêşa Tirk ku li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de çeper û baregehên dijmin bûne hedef, lê hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.
HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî jî ev agahî dan:
ARTŞA TIRK HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBE KIRIN
DI BOMBEBARANA DAGIRKERIYÊ DE TI ZIYAN NEGIHA GERÎLAYAN
Îro balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li gundê Bêreşê, Bêpalan û Kozinê û herêma Kalatûka yên herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê brandin.
Di 19’ê Adarê balafirên şer bombe li girê Avdilovî û Lêlikan ên herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê barandin.
Di bombebaranê de ti ziyan negihişt gerîlayan, lê di êrîşa hewayî ya li dijî Qendîlê de zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan.